Debian Codegraph @

langclass/ShortTexts/ckb.txt

raw
1 Danezana gerdûnî ya mafên mirov
2 Dîbaçe
3 Herwekî nasîna weqara pêgirê hemû endamên malbata mirovî û mafên wan ên wekhev û (jênager) bingehe azadî, dad û aşitiya cihanê pêk tîne,
4 Herwekî nenasîn û piçûkdîtina mafên mirov rê dan barbar ku wijdana mirovhiyê didin isyanê û avakirina cihaneke ku tê de ewê heyinên mirovî di peyivîn û bawerkirinê de serbest bin, ji xof û belengaziyê rizgar bin wek xweziya bilindtirîn a mirov hate îlan kirin,
5 Herweki bingehî ye ku mafên mirov ji alî rejîmeke hiqûqî bên parastin ji bo ku mirov mecbûr nemîne, wek çara dawîn, li dijî zorkarî û zulmê rabe,
6 Herkekî teşwîqa pêşvebirina peywendiyên dostaniyê di navbera neteweyan de bingehî ye,
7 Herwekî gelên Neteweyen Yekbûyî di Destûrê de ji nû ve baweriya xwe ya bi mafên bingehî yên mirov, di nav weqar û rûmeta kesê mirovî de û di wekheviya mafên mêr û jinan de, dane zanîn û diyar kirin ku ew biryardar in ku arîkarî bidin pêşveçûna çivakî û bicihkirina mecalên çêtir ên jiyanê di nav serbestiyeke mestir de,
8 Herwekî dewletên endam qewl dane, ku bi hevkariya Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî, riayeta gerdûnî û fiîlî ya mafên mirovî û azadiyên bingehî ewle bikin,
9 Herwekî têgihiştineke hevbeş a van maf û azadiyan ji bo bi temamî bicîhanîna vê teahudê ji giringiya bilindtirîn e, Civîna Gelemperî vê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî
10 wekî îdeala hevbeş a ku hemû gel û hemû netewe dixwazin bighênê ji bo ku hemû kes û hemû organên civakê, ev Danezan timî di bîr de, bi hînkirin û hêvotinê bixebitin ku riayeta van maf û azadiyan pêşve bibin û bi tedbîrên berebereyî yên neteweyî û navneteweyî, nasîn û bicihanîna gerdûnî û fiîlî yên wan him di nav gelên dewletên endam bi xwe him di nav yên erdên ku li jêr hukmê wan de ne ewle bikin.
11
12 Bend 1
13 Hemû mirov azad û di weqar û mafan de wekhev tên dinyayê. Ew xwedî hiş û şuûr in û divê li hember hev bi zihniyeteke bratiyê bilivin.
14
15 Bend 2
16 Heryek, bê tu cihêyî, nemaze ya nijad, reng, zayend (cisn), ziman, ol, ramana siyasî an her ramana din, eslê neteweyî an civakî, serwet, zayîn an her rewşeke din, xwediyê hemû maf û hemû azadiyên ku di vê Danezanê de hatine daxuyankirî ye.
17 Bi serde, ewê tu cihêyî neyê kirin ji ber statuya siyasî, hiqûqî an navneteweyî ya welat an erdê ku kesek jê tê, heke ev welat an erd serbixwe, li jêr dest, ne xweser (otonom) an li jêr her tahdîda din a serweriyê be an na.
18
19 Bend 3
20 Herkes xwedî mafê jiyan, azadî û ewleyiya şexsê xwe ye.
21
22 Bend 4
23 Ewê tukes di koletî an bindestiyê de neyê girtin; koletî û bazirganiya koleyan bi hemû teşeyên xwe ve qedexe ne.
24
25 Bend 5
26 Ewê tukes nebe tabiê şkence an ceza û muameleyên hov, namirovî an xirabker.
27
28 Bend 6
29 Herkes xwediyê mafê nasîna li hemû ciyan a şexsiyeta xwe ya hiqûyî ye.
30
31 Bend 7
32 Hemû mirov li ber qanûnan wekhev in û bê ciheyî xwediyê mafê parastineke wekhev a qanûn in. Hemû mirov li hemberî her cihêtiya ku vê Danezanê ihlal dike û li hemberî her navtêdana cihêtiyeke wilo xwediyê mafê parastineke wekhev in.
33
34 Bend 8
35 Herkes maf heye ku li hemberî kirinên ku mafên bingehî yên ku qanûna bingehî an qanûn jê re dinasin ihlal dikin, serî li mehkemeyên neteweyî yên selahiyetdar bixe.
36
37 Bend 9
38 Tukes nikare bi awayekî kêfî bê girtin, hebs an sirgûn kirin.
39
40 Bend 10
41 Herkes, di wekheviyeke temamî de, maf heye ku doza wî li ber mehkemeyeke serbixwe û bê alî bi awayekî adil û eşkere bê bihîstin ji bo diyarkirina maf û wacibên wî û ya her tawana curmî li dijî wî.
42
43 Bend 11
44
45
46 Her kesê ku bi kirineke curmî tê tawanbar kirin bêrî tê hesibîn ta ku sûcê wî di mehkemeyek eşkere, ku hemû garantiyên ji bo parastina wî pêwist ewle kiribe, bi awayekî qanûnî were îsbat kirin.
47
48
49 Tukes nayê ceza kirin ji ber kirin an nekirinên ku di gava pêkhatina xwe de li gora qanûna neteweyî an navneteweyî ne sûc bûne.
50
51
52
53 Bend 12
54 Nabe ku tukes bibe amanca têkilbûnên kêfî yên nav jiyana wî ya arizî, malbata wî, mala wî an nameyên wî, an ziyangihandina şeref û şana wî. Herkes xwediyê mafê parastina qanûn e li hemberî têkilbûn û ziyangihanên wilo.
55
56 Bend 13
57
58
59 Mafê her kesî heye ku di nav tixûbên dewletekê de bi serbestî hatûçûnê bike û cihê mayîna xwe bibijêre.
60
61
62 Herkes maf heye ku ji her welatî, yê wî bi xwe jî tê de, derkeve û vegere welatê xwe.
63
64
65
66 Bend 14
67
68
69 Herkes maf heye ji ber zordestiyê li welatên din daxwaza penahê bike û bibe penabêr.
70
71
72 Ev maf nikare bê xwastin ji bo taqîbatên bi rastî ji ber sûceke adî an ji ber kirinên dijî amanc û bingehên Neteweyên Yekbûyî.
73
74
75
76 Bend 15
77
78
79 Herkes maf heye bibe xwediyê netewahiyekê (miliyetekê).
80
81
82 Tukes nikare bi awayekî kêfî ne ji netewahiya xwe ne jî ji mafê netewahî guhartinê bête bêpar kirin.
83
84
85
86 Bend 16
87
88
89 Ji temenê (emrê) balixiyê pê ve, mêr û jin, bê tu tahdîdên ji ber nijad, netewahî an olê, maf hene ku hev mehr bikin û malbatek deynin. Li hemberî zewacê, di domahiyê zewacê û di dema berdanê de ew xwedî mafên wekhev in.
90
91
92 Mehr tenê bi erêkirina serbest û temamî ya jin û mêr dikare bête birrîn.
93
94
95 Malbat hêmana xwezayî û bingehî ya civakê ye û xwedî maf e ku ji alî civak û dewletê ve bête parastin.
96
97
98
99 Bend 17
100
101
102 Herkes maf heye ku bi serê xwe an tevî kesên din bibe xwedî mulk.
103
104
105 Tukes nikare bi awayekî kêfî ji mulkê xwe bête bêpar kirin.
106
107
108
109 Bend 18
110 Herkes mafê azadiya fikr, wijdan û olê heye; azadiya ol an bawerî guhartin û azadiya ol û baweriya xwe bi tenê an bi hev re him eşkere him arizî, bi hînkirin, emel, îbadet û bicihanîna ayînan nîşandanê jî di nav vî mafî de ne.
111
112 Bend 19
113 Herkes mafê azadiya fikr û îfade heye; mafê ji ber ramanên xwe nehatin êşandin û herweha mafê bêî nasîna tu sînoran û bi her cure navgînan li agahdariyan û fikran gerîn, wan bi dest xistin û îfade û belavkirin dikevin nav vî mafî.
114
115 Bend 20
116
117
118 Herkes mafê azadiya aramane civîn û komelê danînê heye.
119
120
121 Tukes nikare bête mecbûr kirin ku bibe endamê komeleyekê.
122
123
124
125 Bend 21
126
127
128 Mafê her kesî heye ku rasterast an jî bi riya nemînendeyên xwe yên bi serbestî helbijartî di hukûmeta welatê xwe de beşdar bibe.
129
130
131 Herkes maf heye ku di mercên wekheviyê de ji xizmetên giştî yên welatê xwe kelk (istifade) bigire.
132
133
134 Viyana (îradeya) gel bingehê otorîteya hukûmetê ye; divê ku ev viyan xwe di helbijartinên durust ên ku di demên dewrî de, bi raya gerdûnî, wekhev û dengdana dizî an li gora awayeke hevrûmet a ku azadiya dengdanê ewle bike, xwe diyar ke.
135
136
137
138 Bend 22
139 Herkes, wekî endamê civakî, mafê ewleyiya sosyal heye; Ew mafdar e ku bi riya xebata neteweyî û hevkariya navneteweyî û li gora tenzîm û hatiniyên her dewletê, doza bidestxistina mafên aborî, civakî û çandî yên ku jo bo weqara wî û geşbûna serbest a şexsiyeta wî ferz in, bike.
140
141 Bend 23
142
143
144 Herkes mafê xebatê, serbest bijartina xebata xwe, şertên adil û musaîd ên xebatê û parastina li dijî bêkariyê heye.
145
146
147 Herkes, bêî tu cihêyî, maf heye ku ji bo xebateke wekhev heqek wekhev bistîne.
148
149
150 Herkesê ku dixebite mafê meaşek adil û têrker ê ku dikaribe ji wî û ji malbata wî re jiyaneke şayanê weqara mirovî ewle bike û heke pêwîst be bi îmkanên din ên parastina sosyal bê temam kirin, heye.
151
152
153 Herkes maf heye ku ji bo parastina menfaetên xwe sendîka deyne û bikeve nav sendîkan.
154
155
156
157 Bend 24
158 Herkes mafê bihndan (istirahet) û demên serbest û nemaze tahdîdeke maqûl a dema xebatê û tatîlên dewrî yên bi meaş heye.
159
160 Bend 25
161
162
163 Herkes mafê sewiyeke jiyanê ku têra ewlekirina saxî û rehetiya wî û ya malbata wî bike heye, nemaze ji bo xwarin, lixwekirin, mal, lênerîna tibbî, wisa jî ji bo xizmetên sosyal ên pêwîst û mafê ewleyiyê di rewşa bêkarî, nexweşî, seqetî, bîtî, pîrî an di rewşên din ên windakirina îmkanên xwe yên jiyanê ji ber sedemên dervavî viyana wî.
164
165
166 Dêyîtî û zarotî mafên arîkarî û lênêrîneke taybetî hene. Hemû zaro, çi yên di zewacê de bûyi çi yên dervayî zewacê, xwediyên eynî parastineke civakî ne.
167
168
169
170 Bend 26
171
172
173 Herkes mafê hînbûnê heye. Divê ku hînbûn belaş be, qet nebe hînbûna destpêkî û bingehî. Divê ku hînbûna teknîk û meslekî bi firehî belav be û xwendina bilind bi wekheviyeke temamî ji hemû kesan re, li gora şehrezayiya wan, vekirî be.
174
175
176 Divê ku hînkirin geşkirina temamî ya şexsiyeta mirovî û xurtkirina siyaseta mafên mirovî û azadiyên bingehî amanc bigre. Divê ku ew arîkarî bide têgihîştin, musameha û dostaniya nav hemû netewe û hemû komên nijadî an olî, wisa jî pêşveçûna çalakiyên Neteweyên Yekbûyî ji bo xwedîkirina aşîtiyê.
177
178
179 Dê û bav xwediyê mafê pêşîkî ê bijartina cureyê hînbûna zarokên xwe ne.
180
181
182
183 Bend 27
184
185
186 Herkes mafê bi serbestî beşdarbûna jiyana çandî ya civakê, ji huneran kelkgirtinê û beşdarbûna pêşveçûna zanistî û encamên wê heye.
187
188
189 Herkes mafê parastina menfaetên manewî û maddî yên ku ji ber berhema zanistî, edebî û hunerî ya ku ew bi xwe çêkerê wê ye heye.
190
191
192
193 Bend 28
194 Mafê her kesî yê ji bo nîzameke civakî û navneteweyî ya wisan heye ku maf û azadiyên di vê Danezanê de berpêşkirî bikaribin tê de bi temamî bêne cih.
195
196 Bend 29
197
198
199 Herkes erk (wezîfe) hene li hember civakê, ya ku tenê tê de geşbûna serbest û temamî ya şexsiyeta wî mimkin e.
200
201
202 Di bikaranîna maf û azadiyên xwe de heryek tenê bi hukmên ku qanûn tenê ji bo ewlekirina nasîn û qedrê maf û azadiyên kesên din û ji bo bicihanîna xwastiniyên rast ên exlaq, pergala giştî û refeha gelemper di civakeke demokratîk de daniye, tê tahdîd kirin.
203
204
205 Ev maf û azadî, di tu rewşê de, nikarin li dijî amanc û bingehên Neteweyên Yekbûyî bên bi kar anîn.
206
207
208
209 Bend 30
210 Tu hukmekî vê Danezanê nikare bê tefsîr kirin wekî ku tu maf dide dewletekê, komekê û kesekî ji bo kirina karekî an pêkanîna kirinekî ku rakirina maf û azadiyên ku tê de hatine berpêş kirin amanc bigre.
211